İbo: '
Özal, weşana kurdî dixwest... Qîza albayekî aşiqî min bûbû'
Nivîskar: rizgarionline Di: 08.02.2009 Sehet: 20:16
Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Hûnermendê bi eslê xwe kurd, lê ji kurdbûna xwe dûr İbrahim Tatlıses mûlaqatek da rojnameya Bugün’ê û li ser mijar û bîranên xwe yên balkêş daxwûyaniyên nû dan. Tatlıses’ê van demên dawî karên wî baş nameşe, albûmên wî mîna berê nayên frotin, û bi endametiya çeteya saunayê hatibû darizandin, bi pêşniyara kanala ATV’ê kêfxweş bû.
Li gor nûçeya rojnameyê, Tatlıses û ATV’ê ji bo bernameya İbo-Show cardin li hevkirine. Tatlises, di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Bugün’ê de, cîh dide van sernivîsan: “Heger, Ahmet Kaya îro li jiyanê bûya û heman axaftin bikirana wê ev reaqsiyon çênebûya.” “Turgut Özal, dixwest weşana kurdî bê kirin”, “Ji ber ku ez feqîr bûm, qîza min jê hezdikir, nedan min, min dengê wê piştî 25 salan bihîst.”, Ez li leşkeriyê fêrî xwendin û nivîsandinê bûm. Min 22 mehî leşkerî kir, ez dikarim 18 mehê din jî bikim. “, “Dema ez li leşkeriyê bûm, qîza albayekî aşiqî min bu, dûre hat qonserên min jî.”
Çavkanî/Bugün